Destpêk/Beta çi ye

Wîkîzanîngeh Beta ji bo projeyên Wîkîzanîngehê yên bi zimanên cûrbicûr, navendek hevkariyê ye. Herwiha Wîkîzanîngeh Beta dihêle ji bo zimanên hîn malpera Wîkîzanîngeha wan nehatiye vekirin, amadekarî bê kirin. Da ku berî vebibe bi rêkûpêkî were peresandin.

Em çend wîkîvanên kurdîhez jî hewl didin ku di Betayê de; Wîkîzanîngeha kurdî ava bikin û wê pêşve bibin. Heke tu jî wek akademîsyenekî, xwendevanekî an jî xudristeyekî bixwazî dest bidî perwerdeya kurdî, tevlî me bibe!