Destpêk/Tevlîbûn

Merheba birayên delal. Ji bo ku Wîkîzanîngeha bi kurdî ji qonaxa Betayê derbas bibe û mîna Wîkîzanîngeha îngilîzî û yên din bibe projeyeke serbixwe divê bi kêmanî 10 kes bi awayekî aktîv beşdarî bikin li beşa zimanê kurdî. Lewra em ji bo pêşvebirina zimanê xwe yê şêrîn û delal li benda kurdîhezên hêja ne.

Em çend wîkîvanên kurdîhez jî hewl didin ku di Betayê de; Wîkîzanîngeha kurdî ava bikin û wê pêşve bibin. Heke tu jî wek akademîsyenekî, xwendevanekî an jî xudristeyekî bixwazî dest bidî perwerdeya kurdî tu jî tevlî me bibe! Tevlîbûn pir hêsan e, bêyî çêkirina hesabeke jî dikarî beşdariyan bikî, lê em çêkirina hesabê tewsiye dikin ji bo we, ji ber ku çend fêdeyên curbicur ên çêkirina hesabê hene.